Li Sûriyeyê 2 kes hatin kuştin

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de di bûyerên tundiyê de 2 kes hatin kuştin, kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî ajansa ANHA'yê şêniyên taxa El Weir ê bajarê Humsê îro cenazeyê ciwanê bi navê Husam Mihemed El Salih di nav baxçeyekî de dît. Çavkaniyan dan zanîn ku ji beriya du rojan ve agahî ji Husam El Salih qut bibûn.

Li gundê Qebû yê rojavayê bajarê Humsê jî bi guleyan êrişî cotkdarên di nava zeviyên xwe de dixebitîn hatin kirin, di encamê de cotkarê bi navê Nîzar Şahîn bi giranî birîndar bû.

Li bajarê Laziyê cenazeyê endamekê Firqeya 50 a Wezareta Parastinê ya hikumeta demi Mihemed Ednan Qerûş (Ebû Ednan Sermîn) kuştî hat dîtin. Aliyên têkildar der barê kuştina wî de tu daxuyanî nedane.

Li Şamê jî çekdarên nenas guleyeke destan avêtin kolana Dêr a taxa Keşkûl. Di encamê de zerarên madî çêbûn.